Di heftiyekê de li heman şantiyê 3 karker mirin 2020-08-24 10:03:10 RIHA - Di şantiya firmaya rêya di navbera Pirsûs û Kaniya Xezalan çêdike de, di nava heftiyekê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.    Meclîsa Ewlekariya  Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), ragihand ku di şanteiya firmaya rêya di navbera navçeyên Pirsûs û Kaniya Xezalan ên Rihayê çêdike de, di nava heftiyekê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan. ÎSÎG’ê, da zanîn ku Îhsan Arslan ê 50 salî û Semîh Kaçmaz ê 27 salî, di 16’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan û Mahmût Mişo yê ji Sûriyeyê jî, bi ceyranê ve ma û jiyana xwe ji dest da.     ÎSÎG’ê, da zanîn ku rayedarên fîrmayê xwestin cenazeyê Mişo bibin şantiyek din, lê malbata Mişo û karkeran bertek nîşanî vê yekê dan û ev daxwaza rayedaran red kirine.