Krîza aborî û rewşa esnafên oto sanayiyê 2020-08-21 09:00:58 WAN - Ji ber pêldariya di kûra dowizî de, perçeyên wesayîtan pir biha bûne. Esnafan, anîn ziman ku ji ber ku fiyetê perçeyên yêdek ji sedî 300 biha bûne êdî nikarin tu karî jî bikin.    Di sektora otomotîv de ji ber ku hemû perçe li gor kûra dowîzî tên stendin û kûra dowîzî her roj zêde dibe, êdî ne esnaf karin bixebitin ne jî welatî dikarin wesayîtên xwe temîr bikin. Esnafên perçeyênw esayîtan montaj dikin û difiroşin, diyar kirin ku di nava salekê de perçeyên yêdek ên otoyan ji sedî 300 biha bûne.   Mahmût Polat ku 40 sal in li Wanê hundirê wesayîtan bikeys dike, anî ziman ku ji ber şert û mercên heyî karê wan nabe û nikarin nan bibin malê. Polat, bilêv kir ku berê metreya qumaş 15 TL bû, lê belê niha bûye 45-50 lîre û got: "Malzemeyê ku me stendiye ji Almanyayê tê û her ku dolar zêde dibe ew jî zêde dibe. Ev yek hem bandorê li me hem jî li kiroxan dike. Par me hundirê qamyonekê bi 700-800 TL'yî bikeys dikir, lê îsal em bi hezar û 700 an jî hezar û 800'yî bi kesy dikin. Ev yek bandorê li me hemûyan dike û em her roj bi zemeke nû şiyar dibin. Jixwe zema hatiye ser elektrîk, gaza xwezayî û avê li ber çava ye. Her diçe gel xizantir dibe."    ‘GELEK JÊ BÊYÎ KU KEDÊ BIDIN ZENGÎN BÛN'    Polat, anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek mirov bêyî ku kedê bidin zengîn bûne û got: "Berê yên vî karê me dikirin wekî kesên zengîn dihatin hesibandin, lê êdî en wisa ye. Heger tu bacê bidî dewletê, nexwe divê xizmetê jî bike. Di demên dawî de gelek kes zengîn bûne. Piraniya vana bêy, ku kedeê bidin zengîn bûne, lê belê yên bi şerefa xwe dixebitin jî her diçe feqîr dibin."    'JI ŞEVEQÊ HEYA ÊVARÎ RÛDINÊM'    Esnaf Selahattîn Songun, diyar kir ku 54 sal in karê oto-elektrîk û klîmayê dike û got, ji ber şewba Covîd-19'ê û kûra dowîzî karê wan nabe.    Songun got: "Li pîşesaziyê êdî kar ne wekî berê ye. Em çi bikirrin hemû li gor kûra dowîzî ye. Ev yek bandorê li her kesî dike. Wesayît xera dibe, lê belê ji ber ku perçe biha ne mirov temîr nakin. Berê sekn ji me re tunebû. Lê niha ji eveqê heya êvarî rûdinêm. Ev çerxek e. Ji ber ku mêrikê pîşesaz nikare bixebite esnaf jî nikare bixebite. Di vê çerxê de yek ji me qezenc bike, em giş qezenc dikin. Pîşesazî, pêşektina bajarekî dide der. Bajarekî bê pîşesaziyî, bajarekî mirî ye. Loma heger her kes tiştê dikeve ser mila bike, wê bajar bi ser bikeve."    MA / Bariş Donmez