430 xizmetkarên tenduristiyê li Amedê bi vîrûsa covît-19 ketin 2020-08-18 14:23:26   AMED - Şaxa SES'ê ya Amedê xizmetkarê tenduristiyê Abdulhalîk Gunduz ê bi vîrûsa covît-19 jiyana xwe ji dest da bibîr anî. Seroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Okorak, diyar kir ku heta niha 430 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsa covît-19 ketine. Okorak, anî ziman ku ekîpmanên parastinê bê qalîte ne û xizmetkarên tenduristiyê nayên parastin.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê xizmetkarê tenduristiyê Abdulhalik Gunduz ê bi vîrûsa covît-19 jiyana xwe ji dest da bibîr anî. Xizmetkarên tenduristiyê ji bo Gunduz û hemû xizmetkarên tenduristiyê yên bi şewbê jiyana xwe ji dest dane rêz girt û hemû bibîr anîn.  Seroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Okorak, diyar kir ku heta niha 430 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsa covît-19 ketine. Okorak, anî ziman ku ekîpmanên parastinê bê qalîte ne û xizmetkarên tenduristiyê nayên parastin û wiha got: "Beriya pêvajoya 1'ê hezîranê 90 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsê ketibûn. Lê piştî 1'ê hezîranê hêjmar 430 kesan. Xizmetkarên tenduristiyê baş nayên parastin. Ji ber ekipmanên parastinê têr nakin xizmetkarên tenduristiyê bi şewbê dikevin. Wezareta Tenduristiyê daneyên rastî ji gel vedişêre. Ev yek dibe sedem ku civak asayî û rehet tev bigere. Her ku şewb zêde dibe karê xizmetkarên tenduristiyê jî zêde dibe. Ji ber vê yekê bêtir bi nexweşan re dikeve temasê. Hem kar zêde dibe, hem ekîpmanên parastinê bê qalîte ne. Hêjmara xizmetkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa corona ketin piştî 1'ê hezîranê ji 90 kesan derket 430 kesan. Sedema vê yekê ne ku mirov zêde derketin kolanê ye. Sedema vê yekê parastinek baş nehatiye kirin û xizmetkarên tenduristiyê bêtir bi nexweşan re ketiye temasê. Malzeme bê qalîte ne. "