Esnafên Dersimê: Ji bi başbûna aboriyê pêdivî bi aramiyê heye 2018-01-03 09:11:53 DERSIM – Esnafên Dersimê krîza aborî ya li Tirkiyeyê nirxandin û diyar kirin ku şerê navxweyî yê li welat aborî xistiye vê rewşê. Esnafan  got ku ji bo aboriya Tirkiyeyê baş bibe pêdivî bi aramiyê heye.  Krîza aborî ya li Tirkiyeyê her diçe kûrtir dibe û ev rewş bandorê li esnafan jî dike. Esnafên Dersimê krîza aborî ya li Tirkiyeyê nirxandin.    ‘ÊDÎ NIKARIM COTEK PÊLAV JÎ BIFIROŞIM’    Huseyin Yildiz ku pêlavan difiroşe, got 35 sal in ew esnaftiyê dike, lê belê wî tu carî rewşeke wisa ya xerab a wek du salên dawî nedîtiye. Yildiz diyar kir ku wî berê rojê bi 500 lîreyî pêlav difirotin, lê belê niha nikare cotekê jî bifiroşe. Yildiz ev tişt gotin: “Bi gel re heqê çay nemaye, ma wê çawa pêlavan bikire. Her diçe rewşa aboriyê xerabtir dibe. Divê demildest dawî li rewşa Awarte bê û ji bo başkirina aboriya Tirkiyeyê xebat bên kirin.”    ‘REWŞA AWARTE ABORÎ QEDAND’    Cîhan Haşoglanê ku çenteyan difiroşe û zîvkariyê dike, anî ziman ku ji ber krîza aborî êdî mirov nikarên pêdiviyên xwe yên sereke bikirin. Haşoglan got ku ji ber rêveberiya bi Rewşa Awarte û KHK’yan aboriya welat tengijiye û ev rewş bandorê li hemû civakê dike û esnafan difetisîne.    ‘PÊDIVÎ BI ARAMIYÊ HEYE’    Haşoglan ku got “Dema qada demokratîk berfireh bibe wê aborî jî berfireh bibe” destnîşan kir ku dema qada demokratîk bê tengkirin wê krîza aborî rû bide. Haşoglan diyar kir ku dema rewş wiha be, tu bikî nekî bandorê li esnafê biçûk û gel tev de dike. Haşoglan got ku ji bo aboriya Tirkiyeyê baş bibe pêdivî bi aramiyê heye. Divê demildest dawî li Rewşa Awarte bê. Haşoglan got ku heke wiha nebe di warê aboriyê de rojên tarî li benda Tirkiyeyê ne.    ‘ÊDÎ EM NIKARIN HEQÊ NAN JÎ BIBIN MALÊ’    Esna Çinar jî ku 5 sal in masiyan difiroşe diyar kir ku sedema krîza aborî şerê navxweyî ye û ev tişt gotin: “her diçe rewşa me ya aborî ber bi xerabiyê ve diçe. Rewşa Awarte bi her awayî bandorê li jiyana me dike. Em di serdemeke zehmet re derbas dibin. Gelek caran em nikarin heqê nan jî bibin malê. Yanî aboriya Tirkiyeyê daketiye vê astê. Yekane daxwaza min aştî ye. Li cihê ku aştî lê hebe wê aborî jî, her tiştî jî ji derheqê zor û zehmetiyan derkevin. Lê dema şer hebe dê rewş xerabtir bibe û wê bibe cihê krîzeke mezintir. Yek ji cihên herî zêde şer bandorê lê dike jî Dersim e. Êdî em esnaf naxwazin biçin kar jî.”    Her wiha Çinar bertek nîşanî daxuyaniyên ku tê gotin aboriya Tirkiyeyê mezin bûye da û got ku êdî mirov nikarin heqê çayê jî bidin.