Banqa Ziraatê cotkaran xapandin! 2020-07-28 09:03:34   AMED – Derket holê Bankaya Ziraatê, birîna sîxortayê ku ji cotkaran dike, li şûna bike hesabê Hewza Sîxortayên Çandiniyê, avêtiye faîzê. Cotkarên ku bi mirina sewalên xwe bi rewşê hesiyan giliya bankayê kirin û lêpirsîna dozgeriyê dan destpêkirin.    Li navçeya Licê ya Amedê, cotkarên ku Qrediya Karegeha Hilberîna Sewalî kişandin, ji aliyê Şaxa Bankaya Ziraatê ve hatin xapandin. Derket holê bankayê birîna ku ji bo sîxortekirina sewalan ji cotkaran kiriye, li şûna bike hesabê Hewza Sîxortayên Çandiniyê (TARSİM), bi faîzê kiriye hesabê xwe. Ev memeleya bankayê bi mirina sewalên cotkaran derket holê. Tê gotin ku ev rewş ji bo hemû kesên ku ev qredî bi kar anîne, pêk hatiye û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Licê ve derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    BANKA: SÎXORTA NE MECBÛRÎ YE   Di çarçoveya lêpirsîna ku hatibû destpêkirin de Serdozgeriya Komarê ya Licê ji bankayê parastin xwest. Bankaya ku ji bo pere bi faîza wî re razîne ketiye pey lêgerîna lihevkirinê, di parastina xwe de diparêze ku birîna ku ji bo sîxortayê kiriye ne mecbûre razîne hesabê saziya sîxortayê. Bankayê di parastina xwe de ev angaşt kir: “Sîxortekirina sewalên li kargehê ne mecbûrî ye. Ji bo sîxortekirina sewalan em li benda bersiva muşteriyan e. Li gorî bersiva ku bê wê sewal bên sîxortekirin. Pereyê di hesabê bankayê de ku bi bloqekirinê hatiye sekinandin jî li ser daxwaza muşterî dê di seneda sîxorteyê de bê nîşandan.”   TARSÎM’Ê BANKAYÊ DEREWAND   Rayedarên Miduriyeta Herêmê ya TARSÎM’ê angaşta bankayê derewandin. Rayedarên ku nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku memeleya sîxortayê ne ji aliyê muşterî ve li ser daxwaza banka û esperê ve pêk tê. Rayedarên TARSÎM’ê destnîşan kirin ku li ser daxwaza ku dikeve pergalê ew sîxorteya sewalan çidikin û diev ev memele jî ji aliyê bankayê ve bê kirin.    BANKAYÊ AGAHÎ NEDA   Rayedarên bankayê ku me xwe bo telefonê gihand wan, gotin ku nepeniya muşterî esas digirin û derbarê mijarê de agahî nedan.    FAÎZÊ BI WELATIYAN DANE RAZANDIN   Cotkar Metîn Bekîroglû ku bi mirina sewalên xwe ji rewşê haydar bû, tiştên ku jiyane vegot. Bekîroglû, nelirêtiya ku Şaxa Bankaya Ziraatê ya Liceyê kiriye bi van gotinan anî ziman: “Min di cotmeha 2019’an de 30 hezar TL qredî kişand. Beranberî vê qrediyê bankayê, ji bo sîxortekirina sewalên di kargeha min de ku ji aliyê TARSÎM’ê ve bêkirin, 300 TL pere ji min birî. Di vê rewşê diviya ku sewalên min bihatine sîxortekirin. Di 22’ê adarê de ji ber ku sewaleke min mir, li TARSÎM’ê geriyam û TARSÎM’ê ji min re got ku li ser navê min tu polîçeyeke sîxorteyê tuneye. Piştre çûn bankaya muxatab û ji wan re got ku sîxorteya sewalên min nehatiye çêkirin. Bankayê ji min re got ku diviya min birîna sîxorteyê ji şîrketa xwe re ragihanda. Halbûkî diviya bankaya ku birîna sîxorteyê ji min kir pê re rewşê ji şîrketê re ragihanda. Pereyê ku ji min birîne kirine hesabê xwe bi kar anîne. Li vir kêmasiyeke mezin a bankayê heye. Bankaya pereye ku ji biriye bloqe daniye ser û bi kar aniye. Ji ber ku min qrediyê kişandiye dê faîza vî pereyî b imin bidine razandin.”    BANKA DIXWAZE SER BÛYERÊ BIGIRE   Bekîroglû, da zanîn ku bankayê pêşniyar li wan kiriye ku pereyê biriye bi faîza wî re bide wan û bi vê yekê nelêriyeta xwe qebûl kiriye. Bekîroglû, bi lêv kir ku piştî derketina holê ya bûyerê bloqeya li ser pere rakiriye û careke din pere kiriye hesabê xwe û serî li CÎMER’ê daye û li Serdozgeriya Komarê ya Liceyê giliya bankayê kiriye.    HIN MEXDÛRÊN DIN JÎ HENE   Mehmet Emîn Mordenîz ku di 24’ê cotmeha 2019’an de ji heman bankayê qredî kişandiye jî ji bo sîxorteyê hezar û 400 TL pere jê hatiye birîn. Lê li gel vê yekê jî sewalên wî nehatiye sîxortekirin. Mordenîz, derbarê mijarê de mîna Bekîroglû da zanîn ku bi hinceta ku derbarê sîxorteyê de TARSÎM’ê agahdar nekiriye, bankayê pereyê jê biriye kiriye hesabê xwe. Mordenîz jî mîna Bekîroglû bi mirina sewalên xwe ji rewşê agahdar dibe û li dozgeriyê giliya bankanyê dike.    BANKAYÊ JI DOZGERIYÊ RE NAV ŞAŞ RAGIHAND    Bankayê, di bersiva xwe ya ku ji bo Mordenîz da dozgeriyê de hetîketî kir û navê Mehmet Emîn Mordenîz weke Mehmet Emîn Morkûzû derbasî qeydan kir. Her wiha bankayê di bersiva xwe de angaşt kir ku ji bo Mordenîz serî li TARSÎM’ê dane lê xwe negihandina Mordenîz.    DEREWANDINA DUYEMÎN   Rayedarên TARSÎM’ê angaşta bankayê ya derbarê Mordenîz de derewandin û destnîşan kirin ku li ser navê Mordenîz ji bo sîxortekirina sewalên wî qet nehatine agahdarkirin.   Li navçeyê bankayê bi vê rêbazê qezenca neheq bi dest xistiye. Mexdûrên bankayê ku giliya wê kirine, daxwaz kirin ku rayedarên bankayê bên cezakirin û mexdûriyeta wan bê derbaskirin.    MA / Arjîn Dîlek Oncel