Dîsa cejn hat û dîsa têcirên Wanê bi gazin in 2020-07-28 09:01:15   WAN – Cejnek din jî ya qûrbanê tê û wek cejnên berê dîsa li Bazara Heywanan a Wanê liv û tevger nîne. Têcir diyar kirin ku ji ber krîza aborî kes boraqan nakire û karê sewalkariyê hatiye asta qedandinê.    Ji Cejna Qûrbanê re tenê çend roj man. Dema dibe Cejna Qûrbanê divê xelk ji bo kirîna boraqan ango pez û dewarên qûrbanê bera xwe bide bazarên sewalan. Wek çend cejnên berê vê carê jî Bazara Sewalan a Wanê bêdeng e û tevgera kirînê lê nîne. Xwediyên pez û dewaran ji serê sibê heta êvarê sewalên xwe disekinîn lê dîsa jî nikarin bifiroşin. Têcir (kesên pez û dewaran difiroşin) diyar dikin ku ew ji ber tengezariya aborî kes nikare boraqan bikire.    ‘KARA ME ZIRARÊ DERNAXE’    Îbrahîm Yucetaş ku têciriyê dike diyar kir ku ew debara xwe bi sewalkariyê dikin û got: “Em di nîvê havînê de ne lê hêj ka biha ye. Kîsek êm bûye 100 lîre. Em 12 mehan sewalan xwedî dikin lê dema em difiroşin zirar dikin. Dema tu ji derve de lê dinêrî îşek xwedî kar xuya dike lê ne wisa ye. Kar û zirara me hev dernaxe. Sewalên em difiroşin jî zirara xwe dernaxin. Jiyan biha bûye. Însan êdî nikarin nan bibin mala xwe. Loma însan nikarin boraqan bikirin. Pezê boraqê serê hebê di navbera 300-700 lîre de diçe û tê û dewar jî ji 7 hezar lîre dest pê dike û heta 15 hezar lîre jî diçe.”    LÊYÛÇÎYAN SEWALAN ZÊDE YE    Necmettîn Altaytaş ku sewalan difiroşe jî anî ziman bajarên herêmê bi sewalkariya xwe tên zanîn lê dîsa jî zirar dikin. Altaytaş da zanîn ku lêçûyînên têciran gelek e û loma nikarin ji bin deynan derkevin. Altaytaş got wî îsal li ser conegeyek 10 hezar lîre xerc kiriye lê bes bi 12 hezar lîreyî firotiye. Altaytaş diyar kir ku tekane dahata wan sewalkarî ye û heke ew vî karî jî nekin dê nikaribin debara xwe bikin lê belê ew jî pere nake. Altaytaş got ji ber şaredariyê axûrên wan xera kiriye jî ew mexdûr bûne.    ‘WISA BIDOME WÊ SEWALKARÎ BIQEDE’    Îlhan Acar ê têcir jî destnîşan kir ku ew ji ber pirsgirêka guhar û raporên boraqê nikarin sewalê xwe bibin derveyî bajêr û got: “Rewşa sewalkariyê îsal gelek xerab e. Salên berê bi hezaran sewal ji Wanê diçûn derve. Lê niha kes nabe. Ji derve jî muşterî nayê û ji ber vê yekê karê me sekinî ye û em nikarin sewalan bifiroşin. Ji cejnê re çend roj maye lê me sewalên xwe nefirotin. Heke wisa bidome wê sewalkarî biqede.”    MA / Bariş Donmez