Saçilik: Bêdengiya heyi min ji aciz dike 2017-09-30 14:05:27 ENQERE - Berxwedêrê Kolana Yukselê Velî Saçilik tev li sempozyuma sendîkayan a "Li Tirkiyeyê sendîkavanî" bû, diyar kir ku ger paşeroja xwe ji bîr bikin dê nikaribin pêşeroja xwe ava bikin û wiha got: "Wê rojê ji ciwanan hevalekî ji Colemêrgê hat cem min û got: "Kekê ez te pîroz dikim". Min jî got çima tu min pîroz dike, betelê herî giran hûn didin. "  Sendîkayên KESK, DÎSK, TTB, Çîftçî-Sen, Weşanên Epos, Şaredariya Çankaya bi hevre sempozyuma bi navê “Li Tirkiye sendîkavanî: Duh, Îro û Pêşeroj" pêk anî. Sempozyuma ku li Navenda Hunera Hemdem a Çankaya pêk hat dê durojan bidome. Di sempozyumê de ewil Nûnerê Weşanên Eposê Serdar Kayaoglu, bal kişand ser pêvajoya amadekariya Sempozyumê. Kayaoglu, anî ziman ku ev berdewama sempozyuma sala 2007'an e. Kayaoglu, çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça silav kir û wiha got: "Em dê du rojan bi giranî KESK û DİSK’ê niqaş bikin.    ‘SEMÎH Û NURIYE QETIL NEKIN'   Di mijara “Jiyana rojane û Sendika" a sempozyumê de çalakgerên Kolana Yukselê Velî Saçilik, Omer Faruk Kok, Mahmut Konuk, Cemal Yildirim axivîn. Endamê SES'ê Mahmut Konuk ê di 22'ê Mijdara 2016'an de ji kar hat avêtin û heta niha di çalakiyê de ye, diyar kir ku ew çalakiya Nuriye û Semih rast nabîne, lê hurmetê nîşanî wan dide. Em dixwazin demek berî demekê daxwaza wan pêk bînin. Dewlet nikare ji bin qetilkirina Semih û Nuriye derkeve. "   Endamê BES'ê Cemal Yildirim ku di heman dirokê de bi KHK'ê hat îxrackirin jî anî ziman ku ew niha bêtir fam dike ku mirov betal û bê ewle be çiqas zor e. Yildirim, "Çalakiya herî girîng Egitim Senê pêk anî. Lê Egitim Senê piştre bi gotina 'Em dê bi hevditinê rast bikin' Kesên daketin kolanan paşve kişandin û şaş kirin. Herî zêde endamên KESK'ê hatin îxarckirin û endam winda kirin. Lê li gel vê yekê KESK xebatên rûtin dimeşîne. Vegeriya ye sendîkaya diyaloga civakî û xwe biçûk kiriye. KESK êdî bûye rêxistinek birokratîk. KESK  û sendîkayên girêdayî wê li Otela Green Parkê 3 kongreyên ku lêçûna wê 500 hezar tl dît çêkir. Ger ku ew qas îxarc hebin, di bin vê yekê de tişteki din heye."   EM REWŞEK ŞÎZOFREN DIJÎN   Endamê ESM'ê Omer Faruk Kok ê di 29'ê Cotmehê de hat îxrackirin û li ber kargeriya xwe çalakiyê pêk tîne jî wiha got: "Berxwedan bi wate û girîng in. Lê dema em bêjin Bimre faşîzm, faşîzm namire. Bi gotina 'Em têkoşîna demokrasiyê didin' jî demokrasî pêk nayê. Niha em etine rewşek şizofrenik. Di vir de tevahiya ruh tev lihev bûye.    ÊDÎ KARKER LI DIJÎ SENDÎKAYAN TÊDIKOŞIN   Endamê SES'ê Velî Saçilik ku di 22'ê mijdarê de hat îxrackirin û ji wê demê heta niha li Kolana Yukselê çakakiyan pêk tîne jî anî ziman ku ger paşeroja xwe ji bîr bikin dê nikaribin ji bo pêşerojê têbikoşin û wiha got: "Rojên borî Semih li dadgehê got 'Pênûsa xwe bişkînin û vî karî xelas bikin'. Lê wan jî got berxwedanê xelas bikin em we serbest berdin. Gotinek Meksika heye. Dibêjin “Li dîwarekî 9 metre hebe hûn li gorî wê pêpeloka 10 metre çêkin" Em jî dê wisa bikin. Niha sendikayên heyî li dijî sendîkavaniyê ne. Em dibînin ku niha karker li dijî sendîkayê tev digerin. Di nava van sendîkayan de jî sendîkayên li dijî kurd hene. Sendika di nava sendîka de hatiye avakirin. Em bang li KESK’ê dikinr ku kedkarên li Amedê û kedkarê li Egeyê bikin yek. Îro lêdana ku ez li vir dixwim ger Serokê KESK'ê li vir xwariba dê her tişt pir cuda hatibûya guhertin. Çima me li sendîkayên xwe OHAL îlan nekir. Çima me Nuriye nekir hevserok. Tu carî cavê min ne li hevserokatiyê ye. Ez dibêjim bin bikin Serokê Giştî qe nebe bila ez wekî Serokê Giştdî lêdanê bixwim."   BERDÊLA HERÎ GIRAN WE DA   Saçilik, herî dawî bîranînek xwe parve kir û wiha got: "Wê rojê ciwanekî ji Colemêrgê hat cem min û got: ‘Kekê ez te pîroz dikim.' Min jî got tu çima min pîroz dike. Bedela herî giran hûn didin. Zarok mezin hatin kuştin. Bedela ku ez didim li gori ya we pir biçûk e.' Lê wê got 'Kekê îro her kes bêdeng e. Lê hûn di ber xwe didin' Ez jî ji vê yekê bêzar im. Divê her kes di ber xwe bide."    Sempozyum bi mijarên din didome.