Li gel qedexeyê jî kesên ji kar hatin derxistin hê jî bê kar in 2020-07-24 09:07:46   DÎLOK – Li Dîlokê 3 karkerên dema qedexeên derketina derve yên pêvajoya vîrûsa koronayê ji karê xwe hatin derxistin, 3 meh in bê kar in.    Li Dîlokê 3 karkerên ku li Herêma Pîşesaziyê Organîze ya Dîlokê dixebitîn, di meha gulanê de ji ber gumana xwe ya bi ketina vîrûsa koronayê ji karsazê xwe re ragihandibûn û daxwaza nexebitandinê kiribûn, ji kar hatibûn derxistin. Li gel ku wê demê ji aliyê AKP’ê ve derketina ji kar hatibû qedexekirin jî, her sê karker bi hinceta ku berdevk nedina ber devê xwe ji kar hatibûn derxistin.    KESÎ ALÎKARIYA WAN NEKIRIYE   Ji karkeran Mûstafa Yavûz, destnîşan kir ku li gel qedexeya derketina ji kar a 3 mehan jî ji kar hatine derxistin û wiha got: “Derketina derve qedexe ye lê avêtina kuçeyê ya karker serbest e. Wê demê li gel ku me hewl da xwe bigihînin Walîtiyê jî me xwe negihandê û tu kesî alîkariya me nekir. Me di 8’ê hezîranê de li pêşiya kargehê dest bi çalakiya rûniştinê kir, lê ji ber qedexeya walîtiyê destûr ji çalakiya me re nehat dayîn. Di heman rojê de agahdarî şandin mala me û ragihandin ku ji ber ku me berdevk nedaye ber devê xwe ji kar hatine avêtin.”   NAXWAZIN BIMIRIN   Karkerê bi navê Mûstafa Yuksel jî da zanîn ku 3 sal li kargeha jê hatiye avêtin xebitiye û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku em ji vîrûsê bi guman bûn me nexwest ku em biçin kar. Dema ku me got, ‘Em naxwazin bimirin, em ê neyên kar’ me ji kar avêtin. Li gel ku Walîtiyê navê me girt jî li me venegeriyan. Dema çalakiya me ya rûniştinê destûr nedan ku hevalên me yên kar jî bên serdana me.”