MMO'ê Nobeta Edalet û Azadiyê bi dawî kir 2020-07-19 09:56:42   AMED - Odeya Endezyarên Makîneyan çalakiya Nobeta Edalet û Azadiyê ku ji bo endama xwe Arîn Zumrut li avahiya şaxa odeyê dabûn destpêkirin bi dawî kirin.    Odeya Endezyarên Makîneyan ya girêdayî TMMOB'ê çalakiya Nobeta Edalet û Azadiyê ku ji bo endama xwe Arîn Zumrut li avahiya şaxa odeyê 2 rojan dabûn destpêkirin bi daxuyaniyê bi dawî kirin. Arîn Zumrut di operasyona li dijî KCD'ê de hatibû binçavkirin û piştî 6 rojan di 30'ê Hezîranê de hatibû girtin. Şaxa MMO ya Amedê ji bo Arîn Zumrut serbest bê berdan 2 rojan nobet girt û îro bi dawî kirin. Serokê Şaxa MMO'ê ya Amedê Mehmet Emin Tumur, daxuyanî da û diyar kir ku wan ji bo 2 rojan Nobeta Azadî û Edaletê girtin û xwestin balê bikişînin ser girtina endama xwe ya li dijî edaletê. Tumur, anî ziman ku hevala wan Arîn Zumrud neheq hatiye girtin û wiha got: "Di şexsê Arin Zumrut de me xwest hemû girtiyên neheq û li dijî zagon û hiqûqê hatine girtin tev bên berdan."    Piştre peyama Zumrut xwendin. Zumrut jî di peyama xwe de ji bo piştevaniyê spas kir.