Karker bi grevê dikevin sala nû 2017-12-31 09:14:18 STENBOL – Karkerên DHL Express û Kod-A Bîlîşîmê bi grevê dikevin sala nû. Karkeran bertek nîşanî “Qanûna navbeynkariyê” ya dê di 1’ê Çileya 2018'an de bikeve dewrê dan û xwestin hemû hêzên kedê di sala nû de bi hev re têkoşînê xûrtir bikin.  Karkerên DHL Express û Kod-A Bîlîşîmê ji ber endamên sendîkayê bûn ji kar hatin derxistin. Karkerên demek dirêje çalakiyên xwe dewam dikin dê bi grevê bikevin sala nû. Karker ji 17’ê Tîrmeha 2017’an ve li avahiya Miduriyeta Giştî ya DHL Express a li navçeya Bagcilara Stenbolê kon vedane û 168 roj e çalakiya xwe dewam dikin. Karkerên Kod-A Bîlîşîmê jî ji 3’yê Cotmehê ve li ber avahiya Miduriyeta Turk Telekom a li navçeya Bagcilarê 89 roj in di çalakiyê de ne. Karkeran destnîşan kir ku sala 2017’an bi têkoşînê derbas kirine û di sala 2018’an de jî heta ew mafên xwe bi dest nexin ew ê bi heman biryariyê têkoşîna xwe dewam bikin.    ‘BILA BIBE SALEK BÊ REWŞA AWARTE'    Karkerê DHL Experessê Ulaş Kurt da zanîn ku ji ber endamên sendîkayê bûne ji kar hatine derxistin û got: “Bila ev sal bibe salek bê Rewşa Awarte. Em hêvî dikin ku dê bibe salek vegera ser kar.”    Karkerê DHL Expressê Sînan Tursun jî diyar kir ku ew bi pêvajoyek ku mafên wan hatine desteserkirin dikevin sala 2018’an û wiha dewam kir: “Di 1’ê Çileya 2018'an de dê ‘Qanûna navbeynkariyê” bikeve meriyetê. Doza vegera ji bo kar dewam dike. Êdî min ji bîr kiriye ku taloqî kengê bûye. 5 caran dadger guherî. Niha jî ‘qanûna navbeynkariyê’ li pêvajoya darazê zêde dikin. Wê sala 2018’an jî bi windakirinê dest pê bike.”    ‘LI DIJÎ REWŞA AWARTE DIVÊ TÊKOŞÎNEKE HEVGIRTÎ HEBE’   Karkera Kod-A Bîlîşîmê Hulya Guler jî anî ziman ku karkeran herî zêde di sala 2017’an ji Rewşa Awarte zirar dîtine û wiha axivî: “Ji ber Rewşa Awarte karker nikarin kar û çalakiyê bikin. Divê êdî sendîka bi hev re tev bigerin. Heke ku em li dijî Rewşa Awarte bi awayekî hevpar netêkoşin dê Rewşa Awarte bi awayekî asayî dewam bike. Lazim e em di sala 2018’an de hîn bêtir têkoşîna xwe mezintir bikin. Sedema hemû windakirinên karkeran hikûmet e. Heta ku ev hikumet hebe dê zext û binpêkirina mafê karkeran dewam bike.”    ‘HÊZ DI DESTÊN JINAN DE YE’    Karkera Kod-A Bîlîşîmê Nurten Varlik jî wiha got: “Divê hemû jin têkoşîna jinên karker ji xwe re wek tecrûbe bibînin û têkoşînê mezin bikin. Heta ku jin di di çalakiyê de bin dê têkoşîn jî mezin bibe. Çimkî jin li dijî çi bin serkeftina wî tiştî nêz dibe. Hêza herî xûrt di destên jinên karker de ye.”