Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin 2020-06-21 09:02:11 AGIRÎ - Esnafên pasajan ên Bazîdê, ji ber zêdebûna bacên deriyên sînoran û kotaya hatiye danîn êdî nikarin kar bikin. Li pasaja ku 250 esnaf lê hene tenê 10 esnaf tenê dikanên xwe cedikin.    Li Bazîd a Agiriyê her diçe pasajên herî qelebalix jî wekî berê kar nakin. Ji ber vê esnafên pasajan yeko yeko dikanên xwe digirin. Sedema vê jî zêdebûna bacên deriyên sînor û kotaya tê danîn.    SERFETIHÊ JÎ NAKIN   Yûnûs Gok ku 20 sal in li Pasaja Bazîda Mezin e, anî ziman ku di 4 salên dawî de ji 90 esnafan 45 jê dikanên xwe girtine. Gok, got: "Roj heye em serfetihê jî nakin. Ji ber ku tim bac zêde dibin, ji dêvla amûrên me ji sînor tanîn em ên Tirkiyeyê difiroşin. Amûrên li dikana min piranî ên Tirkiyeyê ne. Divê dewlet baca gumrukê kêm bike û alîakriya me bike. Berê me berek bi 10 YL'yan dikirî, niha heman ber bûye 30 TL."   10 ESNAF MAN    Metîn Demîr ku 15 sal in li Pasaja Ehmedê Xanî ye, anî ziman ku tenê ji bo wextê xwe derbas bikin dikanên xwe vedikin. Demîr, diyar kir ku perê ku bidin qehwexana jî bi wan re tuneye û got: "Niha li pasajê tenê 10 esnaf dikanên xwe vedikin. Ên mayî giş vala bûne. 5 sal berê ev esnaf tije bû. Lê niha vikîvala ye."    Esnag Sadik Baypaş jî anî ziman ku êdî bazirganî jî herimiye û got, ji ber krîza aborî karê wan nabe. Baypaş, destnîşan kir ku esnafên li pasajê êdî nikarin heqê kirêya xwe jî bidin û xwest cardin deriyên gumrukê bên vekirin.    Rêvebirê Pasaja Ehmedê Xanî Mûstafa Demîr, anî ziman ku pasaja 25 sal berê hatiye çêkirin û 250 esnafên wê hebûne, lê belê niha ji 250 esnafan tenê 10 jê dikanên xw evedikin. Demîr, diyar kir ku êdî nikarin mehaneya notirvanê pasajê jî bidin û got: "Gelê Bazîdê bi bazirganiya sînor debara xwe dike. Lê 5 salên dawî kar nemaye. Bazîd bûye wek gunda."