139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin 2020-06-21 09:01:33   STENBOL - 50 karkerên li Cadde 54 AVM'yê dişixulîn bi hinceta "amûr nemane" şandin malê. Piştî vê ji van karkerkeran hin jê dest bi çalakiyekê kirin. Ji van karkeran yek jê Abdûrrahman Hezer e. Hezer, ji bo heqê xwe bistîne 139 roj in têdikoşe û 6 meh in nikare heqê kirêya xwe û fatûreyên xwe bide.    Li Sakaryayê 50 karkerên li Cadde 54 AVM'ê dişixulîn di 2'yê Sibatê de bi hinceta "karker li gor pîvanên qencî û ehlaqî tev negeriyane" ji kar hatin derxistin. Bêyî ku meaş û tazmînata wan bê dayîn ji kar hatin derxistin. Ji van karkeran 3 jê ji bo meaşê xwe û tazmînata xwe bistînin 139 roj in têdikoşin. Çalakiya karkeran li ber Navenda Giştî ya Yû Groûpê ya li Kisikliya Stenbolê ye. Karker Abdûrrahman Hezer, behsa derxistina xwe ya ji kar û çalakiya xwe kir.    Hezer, anî ziman ku di înşeata "Projeya Cadde 54 AVM"yê de dixebitî û di Kanûna 2019'an de şîrketê ji wan re gotiye "amûr nemane" û ew şandine malê. Hezer, bilêv kir ku şîrketê meh û nîvekê tiştek ji wan re negotiye û got, di 2'yê Sibatê de ji noterê kaxezek ji wan re hatiye û bi vê kaxezê re pê hesiyane ku ji kar hatine derxistin. Hezer, anî ziman ku ji bo derxistina wan a ji kar jî wekî hinceta Koda Jimare 29'an hatiye nîşandan û got: "Em pê hesiyan ku bi Koda Jimare 29'an em ji kar derxistine. Dû re em pê hesiyan ku ka ev kod çi ye. Ev kod tê wateya 'Karker li gor pîvanên qencî û ehlaqê tev negeriyane.' Yanî tê wateya fesixkirina bêtazmînat. Me serî li ÎŞKÛR'ê da, lê em pê hesiyan ku ji ber ku ev kod kodeke bisabiqe ye, tu heqekî me yê qanûnî û civakiyî tuneye."    Hezer, anî ziman ku piştî ji kar hatine derxistin dest bi çalakiyê kirine û got, çalakiya xwe heya wextekê li Stenbolê kirine û dû re çûne Sakaryayê. Hezer, diyar kir ku li Sakaryayê 20 rojan çalakiya xwe dewam kirine û got, li vira gelek partiyên siyasî piştgirî dane wan. Hezer, diyar kir ku gava li Sakaryayê bûne hevdîtin bi şirîkê şîrketê Cîgirê Şaredarê Serdîvenê re çêkirine û got: "Gava em çûn şaredariyê me ji cîgirê şaredar re got, 'Tiliya we jî tê de heye.' Ji me re gotin 'Qaweta me têra Yû Groûpê nake. Me hevdîtin bi Avahîsaziya Denîzê re çêkir, gotin Stenbolm wê meselê hel bikin.'"    GOTIN 'TIŞTEKÎ JÎ HEL NAKIN'    Hezer, anî ziman ku piştî rayedarên şaredariyê ev tişt ji wan re gotiye, ji Sakaryayê çûne Stenbolê û hevdîtin bi Avahîsaziya Denîzê re hevdîtin çêkirine ûavahîsaziyê ji wan re gotiye: "Em nikarin tiştekî jî hel bikin." Hezer, diyar kir ku li muxatabekî digerin lê dikin nakin nabînin.    Hezer, bilêv kir ku gav dişixulîn jî meaşê wan perçe perçe didan wan û gotî ji roja ji kar hatiye derxistin neşixuliye. Hezer, anî ziman ku gava ji bo kar diçin fîrmayê koda 29'an derdikeve pşiya wan û got, ji ber vê kodê kes kar nade wan.    NIKARE HEQÊ KIRÊYA XWE BIDE    Hezer, anî ziman ku 6 meh in betal e û ji ber vê nikare heqê kiriya xwe bide. Hezer, diyar kir ku ji ber ku nikare heqê kirêya xwe bide xwediyê xanî xwestiye wî ji xanî derxîne û got ji xwediyê xanî re gotiye:" Neheqî lê hatiye kirin. Gava ez perê xwe bistînim ez ê bidim te." Hezer, anî ziman ku lê belê xwediyê xanî jê re gotiye: "Ew min eleqedar nake. Ez nikarim li benda dadgehê û perê ku tê bistînî bim." Hezer, anî ziman ku xwediyê xanî gotiye herî zêde dikare mehekê xwe lê ragire û got: "Niha ne dikarim heqê kirêya xwe ne jî fatûreyên xwe bidim. Li ku be wê bê min ji xanî derxe."    BANGAWAZÎ   Hezer bang li rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî kir û got: "Werin mil bidin milê me. Keda me dixwin. Divê em heqê xwe biparêzin. Ji xeynî yekîtiyê wekî din tu rêyek me tuneyeç Bila piştgiriya me bikin. Em bi tenê jî bimînin em ê li ber xwe bidin. Êdî ji bo me bûye meseleya rûmetê. Heya em heqê xwe nestînin em ê bitêkoşin."    MA / Kadîr Guney