Ji ber zahmetiyên kar anî ziman 3 meh in betal in 2020-06-20 09:23:39 MÊRDÎN – Karker Bedirhan Aslan ê di înşaeta Metro de kar dikir ji ber şertên zor ên kar anî ziman ji har hat avêtin û 3 mehin betal e.  Karker Bedirhan Aslan ê di înşaeta Medro ya fîrmaya Koma Bayburtê de li Navçeya Bakirkoy a Stenbolê kar dikir, ji ber şert û mercên kar û xebata di şertê vîrusa corona (Covid-19) de anî ziman, ji kar hat avêtin û 3 meh in betal e. Bedirhan Aslan, li ser hesabê medya civakî agahiyên "Di xwarina nîvro de ispanakê didin me" û wêneyên rewşa nivîngehê parve kiribû. Piştre ji kar hatibû avêtin. Bav Ridvan Aslan ê di heman fîrmayê de kar dikir jî, piştî neheqî li kurê wî hat kirin dest ji kar berda. Bav û kur 3 meh berê vegeriyan Navçeya Qoserê ya Mêrdînê û 3 meh in betal in û li kar digerin.   Aslan, anî ziman ku rojê 11 saetan kar dikirin û wiha got: "Bi me her har dikirin. her ji 15 rojan rojek destûr didan me. Piştî şewb belav bû şert û mercên kar dijwartir bû. Ji bo xwarinê di nava poşetekî de ispanaka nava nan dida me. Em nikaribûn bi vê xwarinê li ser piyan bisekinin û karê giran bikin. Bi hezaran karker li wir kar dikirin û mafê wan ê kar dihat xwarin. Ez ji vê yekê ne razîbûm û min ev rewş li ser medya civakî parve kir. Ji ber vê yekê ji kar hatin avêtin.    Aslan, anî ziman ku bi hinceta şirket reş kiriye ji kar hatiye avêtin û wiha got: "Piştî ku min şertên kar û cihê karker lê dimînin parve kir ez ji kar avêtim û di heman demê de lojmanên ku karker lê dimînin, şertên wan hatin guhertin. Guhertina cihê kar ez kêfxweş kirim. Ji bo hevalên me yên karker guhertin baş bû. Tiştê ez kêfxweş kirim, şert û mercên karkeran hat başkirin. Divê kesên li mafê xwe geriyan neyên bêdeng kirin. Niha ez li kar digerim û dixwazin karekî bi dest bixim."    MA / Ahmet Kanbal