Dev ji bajaran berdan, dest bi çandiniyê kirin 2020-06-19 09:07:27 DERSIM – Li Dersimê komek ciwan dev ji jiyana li bajaran berdan û li gund bi awayekî piştevaniyî dest bi çandiniyê kirin. 8 ciwanên li bajarên cuda diman, li Dersimê hatin cem hev û bi tovên xwecihî dest bi çandiniyê kirin. Di nav komê de wênesaz, sînemager, rojnamevan, endezyar û mamoste jî hene. Armanca wan hilberîneke kolektîf û piştevaniyî ye. Ciwanan li ser vî asasî li gundê Şogeyîk ê Dersimê, li nav 20 donim erdê ku 40 salan nehatibû ajotin petêx, firingî, şebeş, bacanên reş, îsot û xiyar danîn. Her roj şeveqê zû diçin nav erd dixebitin. Her wiha gubreyê kîmyewî jî bi kar naynin.    ‘CARA EWIL E KARÊ ÇANDINIYÊ DIKIM'    Rojnamevan Sevîm Kahraman ku ji Stenbolê hatiye Dersimê, anî ziman ku bi qasî 10 salan rojnamevanî kiriye. Kahraman, diyar kir ku 6 meh berê dev ji kar berdaye, dest bi çandiniyê kiriye û got: "Ji par de dilê me hebû em tiştekî wiha bikin. Par hin hevalan dest pê kir. Piştî betal mam, min xwest çandniyê bikim. Ez pir hez ji xwezayê dikim. Loma bi heyecan dikim. Bi xebateke kolektîf me dest pê kir. Hin hevalên din jî wekî min cara ewil çandiniyê dikin. Pir kêfxweş im."    Ersîn Dargin jî anî ziman ku gelek karên cuda kirine û got: "Lê me kir hinan qezenc kir. Ev meseleyeke mezin e. Sedema ku min berê xwe da axê, daxilî nav xebateke kolektîf bûm ev e. Par hatim Dersimê û min dest pê kir. Par min nok çandibûn. Îsal jî em 8 kes in û me ev biryar girt. Erdên herêma me ji bo çandiniyê baş in. Lê 40 sal e nehatiye çandin. Sedema neajotina erd jî ew e ku ciwn ji axê dûr dikevin."    Dargin, destnîşan kir ku bêyî zirarek bigihê axê çandiniyê dikin û got: "Em tiştên kîmyewî bi kar naynin. Ev li hemberî xweza û axê rêgezeke me ye. Armanca me em berên paqijtir û baştir bigihînin mirovan."