‘Mafê xwe yê rewa parastin lê ji kar hatin avêtin' 2020-06-19 09:07:23 MUGLA – 11 karkerên madenê yên ku li navçeya Milasê ya Muglayê di kargeriyek madenê de kar dikirin, ji ber mafê "rewa ji kar" parastin ji kar hatin avêtin. 11 karker, ji bo dîsa dest bi kar bikin dest bi çalakiyê kirin.  Li navçeya Mîlasê ya Muglayê, 11 karkerên ku di kargeriya Madenê ya Komurcuoglu/Çınartaşê de kar dikirin, ji ber mafê xwe yê "Rewa ji kar" parastin, ji kar hatin avêtin. 11 karkerên ku şertên karê wan giran bûn, heqê wan kêm bûn, ji ber di 17'ê Gulanê de li gorî Hêjmara Zagona kar a 6331'an mafê xwe yê "Rewa ji kar" parastin, ji kar hatin avêtin. Karkerên ji kar hatin avêtin saet di 09.00'an de hatin cihê kar û tedbîrên li dijî şewba vîrûsê girtin. Karkerên ji kar hatin avêtin heta saet 16.00'an li cihê kar nobeta kar girtin. Karker dê her roj tedbîrên xwe yên li dijî vîrûsê bigirin û di heman saetan de çalakiyên xwe berdewam bikin. Karker, li cihê nobetê mêvanan pêşwazî dikin û şert û mercên kar parve dikin.    Li şirketa madenê di 18'ê sibata 2019'an de qezaya kar pêk hatibû. Di qezayê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn û 1 karker jî birîndar bûbû.    HER ROJ 150 TL JI HEQÊ WAN QUT DIKE   Ajokarê TIR'ê Zekî Yildirim 4 salin di şîrketê de ajokariyê dike. Yildirim, diyar kir ku ji ber vîrûsa corona 2 rojan neçû kar û wiha got: "Patron diyar kir ku ger rojê 2.5 saetan zêde kar bike dê heqê rojê wan qut nekin. Lê ger ku zêde kar nekin dê rojê 150 TL ji heqê qan qut bikin. Balkêş e em her roj bi 150 tl kar nakin. Em dixwazin dîsa li karê xwe vegerin û şert û mercên kar bên başkirin. Heta ku em mafê xwe bi dest bixin emê têkoşîna xwe berdewam bikin.    Karkerê di çalakiyê de Kadir Ozdemir û Nîhat Kaynar jî anî ziman ku tedbîrên kar zêde nayên girtin û dê ji bo mafê xwe têkoşîna xwe berdewam bikin.