Çerkezoglû: Pergalek nû ya civakî ferz e 2020-06-15 16:02:41 NAVENDA NÛÇEYAN – “Berxwedana karkeran a 15-16’ê Hezîranê” ya 50 sal li pey xwe hişt li gelek bajaran hat pîrozkirin. Seroka DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû jî got ji bo mafê kedkar û karkeran guherîna pergalek nû ya civakî ferz e.  Li gelek bajaran “Berxwedana karkeran a 15-16’ê Hezîranê” ku 50 sal li pey xwe hişt hat pîrozkirin. Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi wesîleya 50’emîn salvegera berxwedana karkeran li Parka Yogûrtçû ya navçeya Kadikoya Stenbolê şahiyek li dar xist. Gelek karker beşdarî şahiyê bûn. Beriya şahiyê karkeran qerenfîl danî ber deriyê Parkê ku cihê du kesên di berxwedanê de lê jiyana xwe ji dest dane û wan bibîranîn. Karkaran dovîz hildan û dirûşm berz kirin.    Di bîranînê û şahiyê de Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû axivî, ew her du karker bibîr anî û berxwedana 50 sal berê pîroz kir. Çerkezoglû anî ziman ku xwesteka wê demê ya karkeran îro jî heman xwestekan qîr dikin. Çerkezoglû got ji bo mafê kedkar û karkeran guherîna pergalek nû ya civakî ferz e. Çerkezoglû bal kişand ser mafê karkeran û got divê tazmînata qidemê ya karkeran were dayîn.    Piştî axaftina Çerkezoglû koroya DÎSK’ê sirûd û stran gotin û şahî bi dawî bû.    DÎSK’ê li Edene, Mêrsîn, Hatay û Antalyayê jî bi minasebeta salvegera 50’emîn a berxwedanê daxuyanî da û wê berxwedanê pîroz kir.