KESK’iyan bertek nîşanî KHK’ê dan: Em serî natewînin 2017-12-27 15:32:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Şaxan ên KESK'ê li tevahiya Tirkiye li dijî îlana OHAL'ê û Biryara Di Hukmê Qanûnê de (KHK) yên hatin weşandin  de bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew dê tu carî van biryaran qebûl nekin û serî netewînin. Nûnerên KESK'ê di çalakiyan de gotin “Ne darbe û ne jî OHAL, Tirkiyek demokratîk".    Nûnerên Platforma Şaxan ên KESK'ê yên bajarên Tirkiye li dijî îlana OHAL'ê û biryarên KHK'ê yên hatin weşandin bi daxuyanî û çalakiyan bertekên xwe anîn ziman û xwestin hemû KHK û OHAL bên betalkirin. Platformên Şaxan ên KESK'ê yên Dîlok, Semsûr û Mêrsînê jî bi heman armancê daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman.    DÎLOK      Endam û rêveberên Platforma Şaxan a KESK'ê  ya Dîlokê li avahiya BES'ê ya Dîlokê civîna çapemeniyê pêk anîn. Gelek endamên KESK'ê tev li civînê bûn. Li salonê pankarta “Ne darbe û ne jî OHAL, Tirkiyeya demokratik" vekirin. Serokê BES'ê yê Dîlokê Yunus Çiçek daxuyanî da û diar kir ku hikûmet bi KHK’yan KESK’ê dike hedefa xwe. Çîçek, ani ziman ku hikûmetê bi KHK’yan 138 endamên KESK'ê îxrac kirine. KHK nikare me têk bibe em KHK'yan qebûl nakin."    SEMSÛR    Şaxa BES'ê ya Semsûrê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Şaxa BES'ê îxraca endamê xwe Mehmet Aydin şermezar kir. Serokê BES'ê yê Semsûrê Şahin Mehmet Binicier, xwest OHAL û KHK bi dawi bibe    MÊRSÎN    PLatforma Şaxan a KESK'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li Parka Zarokên Azad a Mêrsînê daxuyanî da. Platformê KHK şermezar kir û xwest biryarên KHK'Yan betal bibe. Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê Yilmaz Bozkurt, jî anî ziman ku hikûmet bi siyaseta OHAL'ê dixwaze têxe kontrola xwe û ew destûr nadin ku hikûmet bi KHK'yan her tiştî têxe bin kontrola xwe.