Ji HSD’ê daxuyaniya ‘parastina rewa’ 2022-11-25 13:37:20   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de li dijî êrişên dewleta tirk çalakî li dar xistin û di encama çalakiyan de 12 leşker hatine kuştin.    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî êrişên dewleta tirk, di çarçoveya “Parastina rewa” de çendek çalakî li dar xistin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); HSD’ê destnîşa kir ku di encama çalakiyên hêzên wan de 12 leşker û 8 endamên komên paramîlîter jiyana xwe ji dest dane.